Serokê Şaxa Amedê ya Egîtîm Bîr Sen: Divê navê Kurd di pirtûka dîrokê de bê bicihkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Mamosteyan a Egîtîm Bîr Senê dibêje, divê careke din navê Kurd di pirtûka dîrokê de bê bicihkirin.
Ramazan Tekdemîr, Serokê Şaxê Amedê ya Sendîkaya Mamosteyan a Egîtîm Bîr Senê ku nêzîk e li hikûmeta Tirkiyê, derbarê derxistina navê Kurd ji pirtûka dîrokê ya pola 9emîn ji Rûdawê re axivî û nerazîbûn nîşan da.
Serokê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Mamosteyan a Egîtîm Bîr Senê, bal kişand ser wê yekê ku Kurd neteweyeke qedîm a vê axê ne û mafê ti kesan tune ye ku Kurdan bi vî awayî rencîde bike.
Tekdemîr, bi riya Rûdawê careke din xwest ku navê Kurd di pirtûka dîrokê de bê bicihkirin û da zanîn ku ew weke Sendîkaya Egîtîm Bîr Senê li dijî her cure neteweperestiyê ne.
Serokê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Mamosteyan a Egîtîm Bîr Senê, derbarê çareserkirina pirsa Kurd jî tekezî li ser wê kir ku divê ev mesele di çarçova diyardeyên dîrokî de bê nirxandin û “divê nêzîkahî li ser rastiyên dîrokî bê avakirin.”
Ramazan Tekdemîr herwiha tekez dike ku divê bê qebûlkirin ku Kurdî zimanê sereke yê herêmê ye ku bi vî rengî “rê li ger xebatên neyînî yên hinek aliyan bê girtin.”
Ev di demekê de ye di çapa 2019an a pirtûka waneya dîroknasî ya bo pola nehem de li beşa jêr sernavê “Misilmanbûna Tirkan” hatibû gotin ku di heyama çar xelîfeyan de wek girseyî peywendiyên Kurd û Misilmanan çêdibe û piştî Ereban yekemîn Kurd wek civak bûne misilman, lê di çapa îsal de peyva “Kurd” ji pirtûkê hate reşkirin.
Herwiha di çapa par de behsa Caban El Kurdî hatibû kirin û têde hatibû nivîsandin ku pêvajoya misilmanbûna Kurdan di heyama Hz. Muhmamed de destpê dike, lê ew beş jî ji çapa nû hate derxistin.
Pirtûka navborî ji aliyê Samî Tuysuz hatibû amadkirin û wî zanyariyên xwe hilpersabû pirtûka dîroknasê Îranî Belazûrî ya bi navê “Fetûhul Bûldan”. Her ji çapa îsal wêneyê pirtûka Belazûrî “Fetûhul Bûldan” jî hate derxistin.