Ji 15 kampên li Rojava NY tenê 10 kamp tomar kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên ser bi Rêveberiya Xweser, 15 kampên ser bi Rêveberiya Xweser ve hene, lê belê tenê 10 kamp ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine tomarkirin.

Li navçeyên ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, hejmarek ji kmapên koçber û penaberan hene. Di nav hinek kampan de jî, malbatên çekdarên DAIŞê dijîn.

Li gorî zanyariyan, ji tevaya 15 kampên ser bi Rêveberiya Xweser ve, tenê 10 kamp ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine tomarkirin.

Li Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê 5 kamp hene. Li Parêzgeha Hesekê, kampên Hol, Newroz, Qana, Roj, Mebrûka hene, li parêzgeha Reqayê, Kampên Reqa, Eyn Îsa û li parêzgeha Dêre Zorê jî pampa Ebû Xeşeb heye.

Herwiha li navçeya Minbicê, kampa Elresm El-Exzer û li Navçeyên Şehba ya li gundewarê rojhilatê Helebê jî 5 kampên, Berxwedan, Serdem, El-Ewde, Şehba û Efrîn hene.

Hejmara nişteciyên kampên Şehbayê, nêzîkî 170 hezar kesî tê texmînkirin.

Zanyariyên Nivîsgeha Geşepêdanê û Karûbarên Mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî navên tomarkirî li cem Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, wê yekê nîşan didin, ku nêzîkî 93 hezar û 600 koçber li nav kampên Rêveberiya Xweser dijîn, lê navên beşekî mezin ji koçber û penaberan nehatine tomarkirin.

Kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê bûye cihê metirsiyeke mezin li ser ewlehiya herêmê û cîhanê, ew jî bi sedema hebûna malbatên DAIŞê li nav wê kampê.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 74 hezar koçber û penaberî li nav kampê hebûn, lê piştî derxistina hejmarekê ji koçberên Reqa, Tebqa û Dêre Zorê, hejmara nişteciyên Kampa Holê daketiye nêzîkî 71 hezar kesî.

Bi sedema kêmbûna alîkariyên mirovî û tendirustî, ji aliyê rêxistinên navdewletî ve, rewşa nişteciyên wan kampan zehmet e û rêveberiyên wan jî, daxwaza zêdekirina alîkariyan dikin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêveberiya Xweser, ewlehiya wan kampan diparêzin.