Komîsyon: Kursiyên aliyên boykotkar dê li ser aliyên din bêne dabeşkirin

02-10-2018
RÛDAW
Cudakirin û hejmartina dengan, wêne: Rûdaw / Hejar Cewher
Cudakirin û hejmartina dengan, wêne: Rûdaw / Hejar Cewher
Nîşan Komîsyona Hilbijartinan Kurdistan Parlamento Boykot Hilbijartinên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberê Data û Zanyariyan li Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, Karwan Celal ragihand, di egera boykotkirina hinek alî û lîstan de, ew dê sîstema Hêrt bo dabeşkirina kursiyên parlamentoyê bi ser aliyên siyasî yên serkevtî de bi kar bînin.

 

Karwan Celal diyar kir, kursiyên wan aliyên ku parlamentoya Kurdistanê boykot bikin, dê li gor nirxê kursiyên û li gorî hejmara dengan li ser aliyên serkevtî yên hilbiajrtinê bihêne dabeşkirin.

 

Wî rayedarê komîsyonê herwiha got, ew sîstem li gelek welatan tê bikaranîn û komîsyonê biryar daye, ku wê sîstemê bo hilbijartinên Kurdistanê jî bi kar bîne.

 

Daxuyaniya wî berpirsê komîsyona hilbijartinan a Kurdistanê piştî wê yekê hat, ku Bizava Nivşê Nû duh Duşembî 1ê Cotmeha 2018 bi daxuyaniyekê ragihand, ew encamên hilbijartinên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê qebûl nakin, ji ber ku saxtekariyeke mezin di hilbijartinan de hatiye kirin û dengên wan hatine dizîn, lewma ew dê parlamentoya Kurdistanê boykot bikin.

 

Herwiha parlamenterê berê yê Fraksyona PDKê yê di gera çarem a parlamentoya Kurdistanê de, Firset Sofî jî da xuyakirin, “li gorî madeya 61 a ji yasaya hilbijartinan a parlamentoya Kurdistanê, her partiyek eger boykota parlamentoya Kurdistanê bike, kursiyên wê diçin bo partiyên din.”

 

Hêj encamên fermî yên hilbiajrtinên parlamentoya Kurdistanê ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve nehatiye ragihandin, lê belê li gorî zayariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên nav komîsyonê bi dest xistiye, lîsta PDKê di encama cudakirin û hejmartina %86ê dengan piraniya dengan bi rêjeya %43 bi dest xistiye.

 

Roja Yekşembiyê 30ê Îlona 2018 gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hat lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst