Kî dê cihê Barzanî bigre? Tenê kesek bûye namzet

Hewlêr (Rûdaw) Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê roja 1ê Mijdarê weke roja hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir. Pêwîste heta roja 03-10-2017ê, namzetên serokatiya herêmê navên xwe tomar bikin.

 

Li gorî dema ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye, sube wate 3ê Cotmehê, dema tomarkirina navên berbijêrên hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê bidawî dibe. Lê heta niha tenê kesekî navê xwe weke namzet tomar kiriye. Lê wî jî form bi temamî nenivîsî ye û dibe berbijêriya wî ji aliyê komîsyonê ve nayê qebûlkirin.  

 

Ti kesan form nedagirtî ye

 

Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Şoreş Hesen ji Rûdawê re ragihand: “Ji roja 3ê Îlonê ve me bang li hemû kesan kiriye, ku dikarin li gorî mercên yasayî forma xwe namzetkirina serokatiya herêmê dagrin. Roja Sêşemê 03/10/2017 jî ji box we namzetkirinê roja dawîn e.”

 

Şoreş Hesen eşkere kir, ku di heyama 28 rojên derbasbûyî de tenê hemwelatiyekî bi navê Zenûn ev form dagirtî ye û got: “Lê wî jî form bi temamî nenivîsî ye.”

 

Mercên berbijêriyê

 

Li gorî madeya 5 a yasaya jimare 1 a sala 2005ê ya hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê, kesên xwe bikin berbijêr divê xwediy3e 3 mercan bin.

 

Yekemîn; divê temenê wan ji 40 salî kêmtir nebe. Duyemîn; Divê nîştecihê Başûrê Kurdistanê-Iraqê bin. Sêyemîn: Ji hemû mafên medenî û siyasî behremend be.


Li gorî gotina Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, divê her namzetek ji bo piştrastkirina komîsyonê 50 milyon dînaran bide komîsyonê.

 

Hilbijartina herî dawî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, roja 25ê Tîrmeha 2009ê, di navbera 5 berbijêran de birêve çû. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di encamê de milyonek û 266 hezar û 397 deng, wate ji sedî 69.60ê dengan bidest xist û bû Serokê Herêma Kurdistanê.

 

 Roja 08-06-2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî giştînameyeke 5 xalî derxist û roja diyarkirina hilbijartinan ji Komîsyona Hilbijartinan re hişt. Lê aliyên nav komîsyonê nekarîn rojê diyar bikin. Lewma Barzanî piştî 35 rojan, roja 12-07-2017ê, bi giştînameya jimare 128, roja 01-11-2017ê weke roja hilbijartinên parlamento û serokatiya herêmê, destnîşan kir.

 

PDK ji komîsyonê bi gazinc e

 

Berpirsê dezgeha hilbijartinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Xesro Goran di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Heta niha jî ne zelal e ka dê Komîsyona Hilbijartinan li gorî kîjan yasayê hilbijartinên parlamento û serokatiya herêmê bike. Ev jî ne zelal e ka dê nîştecihên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bedşarê hilbijartinan bibin an ne.”

 

Goran herwiha diyar kir: “Weke PDK em herdem ji bo hilbijartinan amade ne. Lê li gorî ezmûnên me, pir zehmete ku hilbijartin di dema hatine diyarkirin de were kirin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya niha di hevpeyvînekê de ji rojnameyekî Siûdî re gotibû, ku ne ew û ne jî kesekî nêzîkî wî ji bo serokatiya herêmê nabine namzet.

 

Xesro Goran li ser v ê yekê da xuyakirin: “Hê zû ye em li ser vê mijarê biaxivin. Ji ber ku amadekariyên hilbijartinan ne mîna yên giştpirsiyê ne. Tenê erê yan jî na nîne. Herî kêm 4 meh divê amdekarî werin kirin. Ji bo hûrgûliya navên namzetan û pesendkirina wan pir dem û kar pêwîst e.”

 

Di nav Tevgera Goran de behsa 3 berbijêran tê kirin

 

Berpirsê Nivîsîngeha Jûra Hilbijartinan a Tevgera Goran Karzan Gerdî ji Rûdawê re ragihand: “Bê guman weke Tevgera Goran ji bo posta serokatiya herêmê dê berbijêrê me hebe. Di demekê nêzîk de emê navê berbijêrên xwe pêşkeşî komîsyon û raya giştî bikin.”

 

Lê Tevgera Goran ji PDK û YNKê gumanan dike, ku di dema xwe de hilbijartinan bikin. Ji ber ku heta niha van herdu partiyan jî ti namzetek diyar nekirine.

 

Ji bilî vê, rêkeftina di navbera Tevgera Goran û YNKê de, ku li gorî vê divê herdu partî bi lîsteyekî hevbeş beşdarê hilbijartinan bibin, bûye asteng. Lewma Tevgera Goran heta zelal nebe ka dê hilbijartin were kirin yan ne, naxwaze bi pêşkeşkirina nav û lîsteyan gengeşeyek nû çêbibe.

 

Di nava Tevgera Goran de behsa 3 namzetan tê kirin lê navê wan bi nehênî tên girtin. Herwiha beriya niha, Mam Rûstemê berpirsê Tevgera Goran û hevalê nêzîk ê Newşîrwan Mistefa, gotibû ku ew dê xwe bike berbijêrê posta serokatiya herêmê lê Tevgera Goran piştgirî nade wî.   

 

Îslamî namzet nîşan nadin

 

Heta niha ti partî û aliyekê îslamî ji bo kursiya serokatiya herêmê namzet nîşan nedane. Wesa diyare ku namzetê wan jî nebe.

 

Biryarderê Encûmena Serkirdetiya Komela Îslamî Şiwan Raber ji Rûdawê re got: “Ne bi tenê û ne jî bi hevpeymanî me navê ti berbijêrekî pêşkeşî komîsyonê nekiriye. Hê zû ye mirov li ser vê mijarê biaxive. Lê dema pêwîst bû emê biyara xwe bidin.”

 

Pêş çavê lîsteya Berhem Salih ne zelal e

 

Endamê tevgera nû Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Silêman Ebdullah Yûnis jê derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “Hê jî rewşa siyasî ne zelal e. Ne diyare ka dê postê Serokatiya Herêma Kurdistanê bimîne yan nemîne. Ji ber ku me ji bo serxwebûnê referandûm kir. Wate divê em pirs were eşkerekirin; gelo dê Kurdistan weke berî bibe herêmeke xweser li ıraqê yan dê bibe dewleteke serbxiwe?”

 

Bi gotina Yûnis dema zelal bû ka dê hilbijartin ji bo serokatî yan jî serokomariyê were kirin, wê demê ew jî dê namzetê xwe destnîşan bikin.