KNK: Heta kurd negihin mafên xwe aştî pêk nayê
Brûksel (Rûdaw) – Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 16emîn civîna xwe ya giştî pêk anî û ragihand, “Heta kurd negihin mafên xwe, li welatên dagirker, Rojhilata Navîn û cîhanê, aramî û aştî pêk nayê.”
16emîn kongreya KNKê bi amadebûna 250 endam û nûnerên partî û aliyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê, li paytexta Belçîka Brûkselê hate sazkirin.
Di kongreyê de rewşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê hate gotûbêjkirin û encamnameya kongreyê jî bi 20 xalan hate eşkerekirin.
Deqê encamnameya kongreya KNKê wiha ye;
1 - Li cihanê bi giştî, di navbera eniya statûkoperest û ya demokratîk û guhorînê de rikeberiyeke dijwar heye. Hêzên nûxwaz li hemberî hêzên kevneperest berxwedaneke xurt nîşan didin. Tevgera rizgarî û azadiya Kurdistanê di eniya demokratîk û nûxwaz de roleke giring dileyize û xwedan giranahî ye. Lewma Kurd û Kurdistanî divê vê pozisyona xwe ya stratejîk biparêzin û di avakirina Kurdistan û Rojhilata Navîneke demokratîk de bi misyonê pêşengiyê li navçeyê di nav hewildanên mezintir de bin.
2. Kurd û Kurdistanî divê bizanin ku ji nav dewletên dagîrkerên Kurdistanê, bi taybetî Tirkiye û Îran bi ti awayî nahêlin ku kurd destkeftiyên xwe di nav aramiyê de ji nû ve ava û avadan bikin, biparêzin û mayînde bikin. Di her hîle û destwerdaneke li ser meydana polîtîk ya Kurdistanê de xêrnexwaziya van herdu dewletan tê dîtin. Bexda û Şam bûne amaûrên Îranê û ew jî di rêbirîna pêşkeftina kurd û Kurdistaniyan de vê rola bêyûm dileyizin. Dewleta Tirkiyeyê bi timamî siyaseta xwe ya navçeyê li ser şkandin û binketina kurdan vehûnaye û dijminahiyeke bêtixûb dike. Kiryarên wan ên li bakur, rojava û heta başûr mînaka vê çendê ye. Lewma kurd û Kurdistanî divê li gorî vê rastiyê pozisyona xwe zelal bikin û li beramberî van polîtîkayên Îran û Tirkiyeyê, di nav xwe de bi hemahengiyeke xurt pêk bînin.
3. Kurd û Kurdistanî li ser bingeha mafên xwezayî yên neteweyî û niştimanî xwedanê mafê çarenivîsa xwe ne û li her aliyê Kurdistanê jî xelkê me dikare biryara statûya xwe bi xwe bide.
4. Divê kurd di nav xebat û têkoşîna rizgarî û azadiyê de, di nava xwe de normên demokratîk bi kar bînin û di nav civata xwe de demokrasiya kamil bi cîh bikin.
5. Dewleta Tirkiyeyê weke serê sedsala 20an, siyaseta antî kurd û Kurdistan dimeşîne û di nav êrişeke piralî de ye. Planekî nû yê wekî ”Planê Islahkirina Şerqê”, girtin, kuştin, zulm û zor berdewam e û niha jî dest danane ser îdareyên xweser yên şaridariyan. Dewleta Tirkiyeyê bi kodên dîroka xwe ya birandina kurdan tevdigre û bi seferberiyeke kavil û wêrankirina Kurdistanê daye ber xwe. Kurd û Kurdistanî li her derê divê li dijî vê zulma dewleta Tirkiyeyê piştevaniyeke xurt bide tevgera neteweyî û demokratîk a Kurdistanê li bakur.
6. Îran jî polîtîkaya xwe ya bêmaf hiştina kurdan didomîne û rê nade ku Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bigihine statûyeke demokratîk. Herwisa girtin û îdamên xwe gelek bêperwa didomîne. Divê gelê kurd bi awayekî xurt piştevaniya xelkê Rojhilata Kurdistanê bike.
7. Rojhilata Navîn di nav hercûmercekê de ye û Kurdistan bûye navenda guherîna demokratîk. Dînamîkên cîhana demokratîk di demokratîzekirina Rojhilata Navîn de digel kurd û Kurdistaniyan hevçeper in û piştgiriyê didin. Ev yek rewşeke pozîtîv e û dînamîkên pêşêng ên polîtîkaya Kurdistanê divê bihayekî mezin bidine vê pêşhatinê daku mifayekî di xêra Kurd û Kurdistanê de jê werbigirin. Divê tifaqeke berfireh ya polîtîk û leşkerî ya navxweyî vehûnin û vê pêvajoyê dereng nehêlin.
Ji bo vê yêkê, kurd û Kurdistanî divê fişareke xurt bîxin ser pêşengên polîtîkaya Kurdistanê ku di pêkînana yêkîtiya mezin a kurd û Kurdistaniyan de, êdî gavên berbiçav bên avêtin û zûtirîn demî ev xwezî û daxwaza mezin bibe rastiya jiyanê.
8. Tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê li Rojavaya Kurdistanê gihiştiye qonaxeke nû û bi armanca Rojava û Federasyona Demokratîk ya bakurê Sûriyeyê, eniyeke berfireh digel xelkên navçeyê hatiye pêkînan ku eve dikare bibe nimûneya Sûriyeya nû ya demokratîk jî. Di vî warî de DAIȘ hatiye tengav kirin û navçeyên di bin dagîriya DAIȘê de her roj tên azad kirin û îdareya wan navçeyan ji bo xelkê deverê tê spartin. Xebat û têkoşîna li rojavaya Kurdistanê divê bi her awayî bê piştgirî kirin.
9. Dagîriya dewleta Tirkiyeyê ya li Sûriye û cihûwarên kurdan bi ti awayî nayê qebûl kirin û em bi tundî şermizar dikin. Dewleta Tirkiyeyê divê di zûtirîn demî de hêzên xwe paşve vekişe û piştevaniya digel xelkên Sûriyeyê ya dijî dagîrkeriya Tirkiyeyê divêt bê bilind kirin.
10. KNK ji bo behs kirin û çare peyda kirina pirs û pirsgirêkên Kurdistanê hersal kombûnên bi navê ”Șêwira Neteweyî” pêktîne. Îsal jî li Kerkûkê ev ”Șêwira Neteweyî” hate kirin û em piştgiriyê didin wan daxwazên hatine kirin.
11. Li dewletên dagîrker ên Kurdistanê bi hezaran girtiyên siyasî hene û divê ji bo azadkirina wan xebateke bihêz bê kirin.
12. Êzidî kurd in û bi kurdbûna xwe serbilind in. Lê gelek aşkera ye ku ji ber bîr û baweriya xwe ya dînî ji her alî ve di bin zulm û zorê de ne û hizaran xirabî û karesat bi serê wan hatine. Divê piştevaniya wan bê kirin. Lewma kurdên Êzidî divê di cihûwarên xwe de jiyana xwe bixwe birêvebibin.
13. Kurdên Feylî li cihûwarên xwe hem ji ber nasnameya xwe ya neteweyî, hem jî ji ber baweriya xwe ya olî rastî her rengê zulmê hatine û gelek caran hatine nefî kirin û di vê rewşa xirab de zarava û kultura wan a resen li ber asîmîlasyoneke dijwar ketiye. Divê piştevaniyeke bihêz ji bo kurdên Feylî bête nîşan dan û medyaya kurdî ji bo jiyandina zarava û kultura wan derfetan nîşan bide.
14. Hemû xelk, netewe, dîn û dînzayên li Kurdistanê divêt di nav îdareya xweser de xwe bixwe birêve bibin. Asûrî-Suryanî-Kildanî û yên dî di vê xalê de xwedan maf in û divê piştevaniya wan bê kirin.
15. Dewletên Tirkiye û Îranê medyaya Kurdistanê kirine hedefa êrişên xwe û nahêlin ku medyaya Kurdistanê bêhnê werbigire. Tirkiyê dest pê kiriye hemû tv, radyo û rojnameyên kurdî, Kurdistanî û proKurd digire û berpirsiyaran dixwe zîndanan. Dewleta Tirkiyê çawa bi êrişên xwe Med TV, Medya Tv û ROJ Tv dane girtin niha jî dixwaze Med Nûçe Tv û televizyonên dijî zulma dewleta Tirkiyeyê weşanê dikin û dibine dengê azadiya Kurd û Kurdistanê, bide girtin. Kurd û Kurdistanî divê hewil bidin vê pêla êrişkar ya dewleta Tirkiyeyê rawestînin û piştevaniyeke xurt nîşanî medyaya xwe bidin.
16. Ji bo ku hem rê li ber çareseriya demokratîk a Kurd û Kurdistanê li bakur vebe, hem bingehê aştiya Rojhilata Navîn amade bibe û hem jî vehûnandina tifaqa mezin a navxweyî bi pêk bê, divê daxwaza serbestkirina birêz Abdullah Ocalan bê bilind kirin û ji bo vê yêkê li welat û meydana navneteweyî xebateke bihêz bê kirin.
17. Pêşengiyên tevgera polîtîk a kurd û Kurdistanê divê di meydana navneteweyî de bi hev re, bi hemahengiyeke mezin, dîplomasiya hevgirtî ya Kurdistanê bikin û eniya dostên kurd û Kurdistanê mezintir bikin.
18. Bi giştî cîhana polîtîk a kurdî û Kurdistanê divê derbarê her pêşhatin û pêşketinê de xelkên Kurdistanê bi berfirehî agahdar û serwext bike.
19. Banga Kurd û Kurdistaniyan ji bo dewletên dagîrker û hemû dewletên cîhanê gelek bilind, zelal û vekirî ye. Ew jî ev e ku heta ku kurd û Kurdistanî negihin daxwazên xwe yên rewa, li ser axa xwe nebin xwedan statû, ne li nav dewletên dagîrker, ne li Rojhilata Navîn û ne jî li cîhanê aramî û aştî pêknayê. Em çawa bawerî bi ronahiya rojê dikin, heman awayî bi bawer in ku kurd û Kurdistan dê bigihe daxwaza xwe ya mezin û li ser axa xwe çarenivîsa xwe bi dest ve bîne ku vê pêvajoyê dest pê kiriye û destkeftên îro mînaka vê yekê ne.
20. Cîhana demokartîk û dezgehên nûner û xêrxwaz ên navneteweyî divê piştevaniya xwe ya digel kurd û Kurdistaniyan bihêz bikin û fişara xwe ya li ser dewletên ku mafê kurdan binpê dikin, zêdetir bikin.