Amed- Partiyên siyasî li rêbazên pratîk digerin

02-10-2015
Mahîr Yûksel
Amed
Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw)- Li gorî hilbijartinên 7ê Hezîranê yên parlementoyê dê dema bangeşiyê ji bo hilbijartinên 1ê Mijdarê kurtir be. Ev yek jî li gorî akademîsyenan hem avantaj e û hem jî dezavantaj e. Partî jî ji bo vê yekê li rêbazên pratîk digerin ku bikarbînin.

Hilbijartinên 1ê Mijdarê her ku diçe nêzîk dibin û partî jî li ser rêbaz û stratejiyên xwe xebatên xwe didomînin. Lê pirsgirêk ewe ku dema bangeşiyê têra partiyan nake ku bigihîjin hemû hilbijêrên xwe û projeyên xwe bi wan re parve bikin.

Li Bakûrê Kurdistanê jî di navbera Ak Partî û HDPê de rikeberiyeke mezin heye.

Lêkolîner û Akademîsyen Hakan Guzelsoy ji Rûdawê re ragihand: “AK Partî ji ber ku partiya desthilatdar e ji xwe re dijminan diafirîne û li ser wê yekê siyaset dike. HDP jî xwe wek mexdûrê şer dide nîşan û li gorî vê yekê tevdigere. Herdu partî dê li Bakûrê Kurdistanê li ser mexduriyetê deng bixwazin.”

Akademîsyen amaje dikin ji bo ku partî li Bakûrê Kurdistanê bikaribin demeke kin de xebateke serkeftî bimeşînin pêwîst e xelkê bi xwe bidin bawerkirin ku ew dijî şer in û dixwazin çek werin rawestandin.

Pêvajoya serbestiya bangeşiyê dê bi awayeke fermî 22ê Cotmehê despê bike û dê 31ê Cotmehê siet 18ê êvarê jî bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst