Mayîn vedidan, Hêzên Pêşmerge li wan dan
Hewlêr (Rûdaw)- Çend çekdarên DAIŞê di dema danîn û girêdana mayînan de bi pirekê li eniya rojavayê Dicleyê, ji aliyê hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ve hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyeke Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, duhî hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî bi hemahengî ligel balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî hejmarek çekdarên DAIŞê kuştin.
Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand: “Wan çekdaran bombe û mayîn li derdora pira gundê Aşiq ê li hemberî dûriyana Keskê li eniya rojavayê Dicle, vedidan. Dixwestin di dema ku Pêşmerge nêzîkî wir bibin, biteqînin.”
Eniya rojavayê Dicle dikeve rojavayê bajarê Mûsilê, rojane hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li liv û tevgera DAIŞê didin.