Mayîn vedidan, Hêzên Pêşmerge li wan dan

02-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Çend çekdarên DAIŞê di dema danîn û girêdana mayînan de bi pirekê li eniya rojavayê Dicleyê, ji aliyê hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ve hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyeke Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî, duhî  hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî bi hemahengî ligel balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî hejmarek çekdarên DAIŞê kuştin.

Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand: “Wan çekdaran bombe û mayîn li derdora pira gundê Aşiq ê li hemberî dûriyana Keskê li eniya rojavayê Dicle, vedidan. Dixwestin di dema ku Pêşmerge nêzîkî wir bibin, biteqînin.”

Eniya rojavayê Dicle dikeve rojavayê bajarê Mûsilê, rojane hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li liv û tevgera DAIŞê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst