Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê serkeftiyê hilbijartinan e

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê bi konsulên nû û kevn ên Almanyayê re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê berê yê Almanyayê Klaus Straicher û Konsulê nû yê Almanyayê Albrecht von Wittke kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî ji ber kar û xebatên wî spasiya Konsulê berê yê Almanyayê Klaus Straicher kir.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina Konsulê nû yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke kir û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest.

Li aliyê din, Straicher kêfxweşiya xwe ji bo karê xwe yê li Herêma Kurdistanê nîşan da û ji bo piştgiriya di karê xwe de spasiya aliyên peywendîdar kir.

Hat ragihandin ku di civînê de rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û serkeftina pêvajoya dengdanê ya ji bo Herêma Kurdistanê û got:

“Gelê Kurdistanê serkeftiyê hilbijartinan e û divê her kes hewl bide ku hilbijartin di atmosfereke aram de derbas bibin.”

20ê Çiriya Pêşîna 2024an ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve wekî roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye diyarkirin.