Nasnameya 2 gerîlayan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayên bi nasnavên Kemal Piling û Devran Cûdî 5ê Îlona 2021ê “di êrîşa dijmin” de canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Kemal Piling: Navê wî yê fermî Ubeydullah Muhammed Laçîn e û ew bi eslê xwe ji Agiriya Bakurê Kurdistanê ye lê li Stenbolê datiye dinê.

Devran Cûdî: Navê wî yê fermî Nîmet Findik e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê destnîşan kir ku Kemal Piling sala 2011an û Devran Cûdî jî sala 2015an tevî refên gerîlayan bûye.