Mamê Narînê bi biryara dadgehê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Mamê Narîn Gurana winda bi biryara Dadgeha Amedê hat girtin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bû û ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo Narîn Guranê lêpirsîna xwe didomîne.

Mamê Narînê S.G. di çarçoveya dozê de hatibû desteserkirin.

S.G.yê ku di heman demê de muxtarê gund e (gundê Çûliyê) jî îro sewqî Dadgeha Amedê hatibû kirin.

S.G ji ber ku "di wesayîta wî de DNAya Narînê hat dîtin û îfadeyên li hev dernayên daye" bi biryara Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat girtin. 

S.G bi “kuştina Narîn Guranê” hat tohmetbarkirin.