Li Cûdiyê operasyon heye

02-09-2024
Nîşan Cûdî Tirkiye PKK Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê li Çiyayê Cûdiyê dest bi operasyoneke leşkerî kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê got ku wan li Çiyayê Cûdiyê yê li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li dijî PKKyê dest bi operasyonekê kiriye.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku Hêzên Taybet ên Cendirmeyan û cerdevanan beşdarî operasyonê dibin.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya, di operasyonê de şikeftek hatiye teqandin ku cebilxaneya gerîlayan e.

Alî Yerlîkaya got ku hêzên wan dest daniye 753 bombeyên destî, hezar pîmên bombeyên destî, 11 keleşnîkofan, 5 tifingên nîşanê, 3 RPGyan, 2 tifingên lûledirêj û 2 kîlogram kelûpelên teqîner.

Ev bi salan e ku Tirkiye li Bakurê Kurdistanê tim qedexeyan radigihîne û paşê li herêmên qedexekirî “operasyonan” dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst