HSD: Şerê Dêrezorê li dijî çekdarên Tirkiyeyê û rejîma Sûriyeyê ye

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Giştî ya HSDê li ser şer û aloziyên Dêrezorê ragihand ku ew şer ne li dijî eşîrên Ereban e.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya Dêrezorê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de got:

“Şerê Dêrezorê ne di navbera HSDyê û eşîrên Ereban de ye, şer bi çeteyên Tirkiyeyê û hinek alîgirên rejîma Sûriyeyê re ye.”

Fermandariya Giştî ya HSDyê diyar kirk u ew ji bo parastina hemû gelên navçeyê dixebite.

Fermandariya Giştî ya HSDyê bang li hemû gelên herêmê dike û bi taybetî xelkê Dêrezorê ku “pey fîtne û lîstikan neçin.”

Çi rû da?

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrişî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku di şer û pevçûnan de heta niha herî kêm 52 kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst