Parlamenterê YSPyê li ser operasyona Qelqeliyê: Armanc înfazkirina wan bû

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qelqelî Sînan Çîftyurek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê YSPyê Sînan Çîftyurek li ser operasyona Qelqeliyê ya ku tê de 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dabû got “Armanc înfazkirina wan bû”

Li gundê Çamîlî yê girêdayî navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di operasyoneke artêşa Tirkiyeyê de du gerilayên PKKê canê xwe ji dest dabû.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Sînan Çîftyurek derbarê operasyonê de ji Rûdawê re da zanîn ku eger artêşa Tirkiyeyê bixwesta dikaribûn wan her du gerilayan desteser bike.

“Armanc înfazkirina wan bû”

Çîftyurek got: “Ew mala ku oparasyon an êrîş li serê hatiye kirin, li derveyî gund e.

Dikaribûn ji wan re bigotina xwe radest bikin û ew bi saxî bigirtina, lê eşkere û bi helîkopter û çekên giran mal ligel kesên di hundirê wê de hilweşandine. Armanc înfazkirina wan bû.”

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Sinan Çiftyurek, Mahmut Dindar û Zulkuf Uçar, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Wanê, Şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi şev çûne cihê bûyerê.

Lê leşkeran destpêkê rê neda ku biçin nav gund û piştî demekê careke din çûn gund û li gund dest bi lêkolînan kirin.

Sînan Çîfyurek dîmenên bomberan û gulebarana artêşa Tirkiyeyê ji Rûdawê re şandin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Sînan Çîftyurek derbarê wê operasyona artêşa Tirkiyê de ji Rûdawê re axivî.

Sînan Çîftyurek got ku eger leşkeran bixwesta dikaribûn wan her du gerilayên PKKyê yên di nav xanî de bi saxî destser bikin, lê armanca operasyonê înfazkirina wan bû.

“Me nîvê şevê xwe gihand gund lê leşkeran nehiştin em biçin gund”

Çîftyurek da zanîn ku operasyon 31ê Tebaxê demjimêr derdora 14.00an dest pê kiriye û derdora demjimêr 16.00an bi dawî bûye û got:

“Me nîvê şevê xwe gihand gund lê leşkeran nehiştin em biçin gund.

Me xwest derbarê silametiya gelê Çamîliyê de zanyariyan wergirin, lê destpêkê nehiştin em bikevin gund.

Me bang li muxtar kir da ku zanyariyan bide.

Muxtar got 2 kes hatine kuştin û 2 kes jî hatine binçavkirin.”

“Bi helîkopter û çekên giran mal ligel ên di hundirê wê de hilweşandine”

Sînan Çîftyurek amaje bi serdana şanda partiya xwe ya bo gundê Çamîlî jî da û got:

“Eşkere ye, ev ne wek operasyoneke asayî ye. Di bingeh de armanca wan înfazkirin bû.

Eger bixwestana dikaribûn wan bi saxî bigirin, diyar e ew mala ku oparasyon an êrîş bo ser hatiye kirin, derveyî gund e.

Dikaribûn ji wan re bigotana xwe radest bikin û ew bi saxî bigirtana, lê eşkere û bi helîkopter û çekên giran mal ligel ên di hundirê wê de hilweşandine.

Piştre jî termên wan ji bin kavilan derxistine.”

“Meseleya Kurd bi zordestî çareser nebû û ji niha şûn de jî çareser nabe”

Parlamenterê YSPê yê Wanê herwiha got:

“Ev buyer dişibe bûyera Farqînê. Bûyerên salên 1990an tînin bîra me.

Em bang li dewletê dikin ku bûyerên salên 90î tiştek çareser nekirin.

Îro jî heman şekl û şemalê 1990î berdewam dike û ev tiştekî çareser nake.

Meseleya Kurd bi zor û zordestî û çekan heta niha çareser nebû û ji niha şûn de jî çareser nabe.

Divê rêyeke aştî û demokrasiyê bo vê pirsê bê dîtin.”

Çi bûbû?

Roja 31ê Tebaxê piştî nîvro leşkeran li gundê Çamîlî yê Qelqeliyê bi ser malekê de girt.

Li gor zanyariyan leşkeran gund dorpêç kir û du demjimêr û nîvan operasyonê berdewam kir.

Leşkeran di operasyonê de xaniyê ku 2 kes tê de bûn, gulebaran kir.

Termên kesên ku ji ber gulebarana bi çekên giran canê xwe ji dest da, ji bin kavilan hatin derxistin.

Lê nehat zanîn ku ew 2 kes kî ne û termên wan birine ku derê.

Xaniyê ku hatiye armanc kirin jî di bombebaranê de wêran bû û beşa mayî jî hat hilweşandin.

Herwiha gundiyê bi navê Omer Kiliççeken û kurê wî Sami Kiliççeken jî ji aliyê leşkeran ve hatine desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya 1ê Îlonê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandibû ku di operasyona li bejahiya Qelqeliyê de 2 PKKyiyan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst