Spectrum House: Pirsa Kurd çi bandorê li jiyana we dike?

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Spectrum House raporeke berfireh derbarê pirsa Kurd, aştî û bendewariyên Kurdan de belav kir.

Li gorî raporê, pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê ji her 4 kesan bandorê li jiyana 3 kesan dike û ji sedî 33,1ê welatiyên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin pirsa Kurd bandoreke neyînî li veberhênanên aborî yên li navçeyên wan dike.

Navenda Lêkolînan a Spectrum House raporeke berfireh a meydanî bi navê “Meseleya Kurd û Aştî, Bendewarî û Helwêst" belav kir.

Ew rapor di navbera 10-24ê Tîrmehê de li 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hezar û 134 kesan re bi awayekî ribûrû û wek rapirsî hatiye kirin.

Rapor 1ê Îlonê bi helkefta Roja Aştiyê ya Cîhanê hat belavkirin.

Di raporê de derbarê nerîna welatiyên Bakurê Kurdistanê de li ser pirsa Kurd, aştî, bendewariyên wan ên ji hikûmet û aliyên siyasî û pêşniyarên wan ên ji bo vê pirsê pirs hatiye kirin.

Pirsa Kurd çi bandorê li jiyana we an jî jiyana rojane ya malbata we dike?

Ji beşdaran hatiye pirsîn ku pirsa Kurd çi bandorekê li jiyana wan an jî jiyana rojane ya malbata wan dike.

Ji sedî 34,7ê welatiyên 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê gotiye ku bi awayekî gelekî zêde bandorê li jiyana wan dike.

Ji sedî 20.5ê wan gotiye bi awayekî navendî, ji sedî 19,8ê wan gotiye hinekî û ji sedî 19,8ê wan jî gotine bi ti awayî pirsa Kurd bandorê li jiyana wan nake.

Ji sedî 75ê beşdaran gotiye bi awayekî navend, kêm û zêde pirsgirêkên ji ber pirsa Kurd bandorê li jiyana wan dike.

Ev jî tê wê wateyê ku li Bakurê Kurdistanê pirsgirêkên ji ber pirsa Kurd bandorê ji her 4 kesan li jiyana 3yan ji wan dike.

Dabeşkirina bersivên vê pirsê li ser beşdaran li gorî partiyan jî wiha ye:

Ji sedî 49,2ê dengderên AKPyê gotiye pirsa Kurd û pirsgirêkên ji ber wê qet bandorê li jiyana wan nake.

Li hember vê ji sedî 59,4ê dengerên YSPyê gotiye gelekî bandorê li jiyana wan dike.

Ji sedî 34,4ê dengderên CHPyê yên li Bakurê Kurdistanê jî gotiye ev yek heta astekê bandorê li jiyana wan dike.

Pirsa Kurd di hilbijartinan de bandor li nerîn û bijardeya we kiriye yan na?

Ji welatiyên 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hatiye pirsîn ku pirsa Kurd di hilbijartinan de bandor li nerîn û bijardeya wan kiriye yan na?

Ji sedî 44ê beşdaran gotiye gelekî bandor kiriye.

Ji sedî 25 gotine hinekî, ji sedî 22 gotine qet bandor li bijaredeya wan nekiriye.

Herwiha ji sedî 3,3ê wan jî gotiye ku ew vê yekê nizanin.

Gelo pirsa Kurd heye yan na?

Ji kesên beşdar hatiye pirsîn “Gelo pirsa Kurd heye yan na?

Ji sedî 71,3ê wan gotiye ew pirs heye û divê bê çareser kirin.

Ji sedî 8,6 gotiye ew pirs hebû lê hatiye çareserkirin.

Ji sedî 7,5ê beşdaran jî red dikin ku pirsa Kurd hebe.

Siyaseta HDPyê

Di lêkolînê de ji welatiyên Bakurê Kurdistanê derbarê siyaseta HDPyê de jî de pirs hatine kirin.

Li gorî bersivan ji sedî 36.7ê beşdaran polîtîkayên HDPyê erênî dibînin.

Ji sedî 27,9 neyinî û ji sedî 24,2yê wan jî gotine ew polîtîkayên HDPyê ne erênî ne jî neyinî dibînin.

Bandora herî girîng a pirsa Kurd li ser aboriyê çi ye?

Di lêkolînê de herwiha ji beşdaran hatiye pirsîn “bandora herî girîng a pirsa Kurd li ser aboriyê çi ye?

Ji sedî 33,1ê welatiyên Bakurê Kurdistanê gotiye pirsa Kurd bandoreke neyinî li veberhênanên li navçeyên wan dike.

Ji sedî 19ê wan jî pirsa Kurd bi “zêdebûna newekheviya aborî” ve girê dane û 17,8ê beşdaran jî veqetandina çavkaniyên dewletê bo xerciyên leşkerî û lawazbûna aboriyê wekî bandora herî girîng a pirsa Kurd dibînin.