Polîsê Kerkûkê: 3 kes şehîd bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Polîsê Kerkûkê ragihand ku di xwepêşandanên Kerkûkê de 3 kes şehîd bûne û 9 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî li ser xwepêşandan û aloziyên Kerkûkê ji Rûdawê re axivî.

Amir Şiwanî diyar kir ku di xwepêşandanan de 3 kes şehîd bûne û got:

“Hejmara şehîdên xwepêşandanan bû 3 kes. Hawkar Ebdullah, Pêşmergeyê bi navê Star Seîd û welatiyê sivîl Semed Mihemed Remezan şehîd bûne.”

Amir Şiwanî da zanîn ku 9 kes jî birîndar bûne û got, “Ev 7 roj in hinek Ereb û Tirkmenên Kerkûkê rêya sereke ya Hewlêr û Kerkûkê girtine.”

Bi gotina Amir Şiwanî xwepêşanderên ku rêya Hewlêr--Kerkûkê girtine, ne welatiyên asayî ne, xwepêşandan zêdetir siyasî ye.

Şiwanî got, “Welatî nikarin bên û rê bigirin. Ji ber vê yekê ji ber ku polîs bi serê xwe nikarin vê bikin divê siyasetmedar konên ku vedane rakin."

Li aliyeke din, çavkaniyên ji Parêzgariya Kerkûkê ji Nûçegihanê Rûdawê re ragihand ku piştî destwerdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî, konê çalakvanên Ereb hatiye rakirin û rêya Kerkûk-Hewlêrê hatiye vekirin.

Alîgirên Heşdî Şeibiyê li dijî radestkirina baregehên PDKyê ji roja 28ê Tebaxê ve, rêya Kerkûk-Hewlêrê girtiye.

Li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê Kurdan li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist û nerazîbûna xwe nîşan da.