Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Kerkûkê bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Kerkûkê pêwîstî bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa ewlehiya Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, pêwîstiya bajêr bi cîbicîkirina yasa û destûrê heye.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

Girtina rêya Hewlêr-Kerkûkê ya di 6 rojên borî de neyasayî bû, mixabin heta niha jî ev kiryara neyasayî ji aliyê rêveberiya Kerkûkê ve nehatiye rawestandin!

Kerkûkê pêwîstî bi cîbicîkrina yasa û destûrê heye û bi ti awayî pêwîstî bi karên neyasayî yên zêdetir nîne.”

Nêçîrvan Barzanî da zanî,  piştî ku rêveberiya Kerkûkê destwerdan li vê rewşê nekir, karê neyasayî bandor li ser jiyana nişteciyên Kerkûkê kir û got:

"Welatiyên Kurd nerazîbûna xwe nîşan da. Mixabin bi tundî bersiva wan hate dayîn û ciwanek şehîd bû û çend kes jî birîndar bûn.

Em bi dilgiraniyeke mezin li van aloziyên ewlehiyê dinêrin û rewşê ji nêz ve dişopînin, em bi tundî gulebarankirin û destdirêjahiya bi çekan li dijî xwepêşanderên sivîl şermezar dikin.

Çêkirina aloziyan û têkdana ewlehiyê li Kerkûkê, metirsiyeke cidî li ser pêkvejiyan, ewlehî û aramiyê çêdike.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê Hikûmeta Îraqê tedbîrên pêwîst wergire û got:

“Erkê hêzên ewlehiyê ye ku bê cudahî ewlehiya hemû pêkhateyên Kerkûkê biparêzin û kesên teqe kirine rûbirûyê yasayê bikin.”

Nêçîrvan Barzanî herî dawî got, “Berpirsiyariya hemû aliyan e ku aramî û ewlehiya Kerkûkê biparêzin û bi ti egerekê rê nedin rewşa ewlehiya parêzgehê têk biçe.

Divê hemû alî xweragir bin û rê bêne vekirin daku li Kerkûkê jiyana welatiyan aram û asayayî bibe.”