Serokwezîrê Îraqê ji bo Kerkûkê ferman da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman da ku li Kerkûkê qedexeya derketina derva bê ragihandin û hêzên ewlehiyê li dijî kesên ku bûyeran derdixin operasyon bidin destpêkirin.

Berdevkê Serokwezîr û Hêzên Çekdar ê Îraqê Yehya Resûl derbarê rewşa Kerkûkê de daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Serokwezîr Sûdanî xwest ku li hemberî protestoyên li Kerkûkê tên kirin qedexeya derketina derva were îlankirin.”

Mihemed Şiya Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir ku li bajêr ewlehî û aramiyê pêk bînin.

Sûdanî ferman da ku li herêmên bûyer lê diqewimin jî opeasyonên ewlehiyê yên berfireh bidin destpêkirin û li wan deran lêgerîn bên kirin.

Sûdanî xwest ku kesên hewl didin ku ewlehiya Kerkûkê xira bikin ji kîjan aliyê dibin bila bibin bên desteserkirin.

Sûdanî herwiha got, “Li bajêr divê ji xeynî hêzên ewlehiyê bi kesî re çek nebin.”

Li gor daxuyaniyê Sûdanî bangî komên siyasî û civakî yên li Kerkûkê kir û xwest ku bila pêşî li fitneyeke muhtemel a li bajêr bê girtin.

Di heman demê de Sûdanê xwest ku ji bo ewlehî û aramiya Kerkûkê bê parastin komên siyasî çi dikeve ser milên wan bila bikin.