Li Wanê dîsa qedexe hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê careke din bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê ya Bakurê Kurdistanê biryara qedexeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand.

Parêzgariyê diyar kir ku rojên Şemî û Yekşemê meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana kon û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îdia dike ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrîşan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyên ku bi destûra parêzgariyê ne li xwe nagire.

Ev çend hefte ne bi berdewamî rojên Şemî û Yekşeman bi biryara parêzgariyê, li Wanê çalakî tên qedexekirin.