Li Kerkûkê xwepêşandana Kurdan: Kuştiyek û 8 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kerkûkê di xwepêşandanên Kurdan de kesek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Kurdan li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xistin.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ji Tora Medyayî Rûdawê re ragihand:

“Di xwepêşandanan de kesekî canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.”

Li gor zanyariyan kesê ku di xwepêşandanê de canê xwe ji dest daye ciwanêkî 35 salî yê bi navê Hawkar Ebdullah e.

Amir Şiwanî herwiha diyar kir ku ji bo 24 demjimêran qedexeya çûnûhatinê hate ragihandin.

Di xwepêşandana Kurdan a Kerkûkê de artêşa Iraqê berê çekên xwe da xwepêşanderên Kurd û gule reşandin.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku di nava xwepêşanderan de çend kes birîndar bûne.

Ev çend roj in rêyên nav bajarê Kerkûkê ji aliyê alîgirên Heşdî Şeibî ve hatine girtin.

Alîgirên Heşdî Şeibiyê yên ku ji Ereb û Tirkmenan pêk tên li dijî vegera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne.

Xwepêşanderên alîgirên Heşdî Şeibiyê diyar kirin ku heta biryara vegera PDKyê neyê hilweşandin, ew dest ji xwepêşandanan bernadin.