DÊRIK - Droneke Tirkiyeyê otomobîlek bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Droneke Tirkiyeyê li ser rêya Dêrik- Girkê Legê otomobîlek bombebaran kir û hemû kesên tê de canê xwe ji dest da.

Li gorî medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) danê êvarê, droneke Tirkiyeyê otomobîlek li herêma bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê kir armanc.

Di encamê de kesên ku di otomobîlê de bûne canê xwe ji dest da.

Heta niha hejmara kesên di wê otomobîlê de bûne û nasnameya wan nehatiye eşkerekirin.

Herwiha heta niha ne Rêveberiya Xweser ne jî Asayîşê li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.