Li Bedlîsê ji ber şewatê 12 donim erd zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ji ber şewata ku li çolê derket 12 donim erd zerer dît.

Li devera gundê Papşenê ji ber sedemeke hîn jî nayê zanîn şewat derket.

Ji ber ba agir belav bû û nêzîkî cihên niştecihbûnê bû.

Ekîbên Rêveberiya Daristanê û Şaredariya Bedlîsê agir berî ku bigihejê gund vemirand.

Ji ber şewatê qadeke 12 doniman zerer dît.