Li Dîlokê bûyera trafîkê: 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dîlokê 2 otomobîl li hev qelibîn, di encamê de 3 kesan cane xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.

Otomobîla Fevzi K. yê 35 salî û otomobîla rêwiyan a Mehmet Y. yê 26 salî li ser rêya parêzgehên Dîlok û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê li hev qelibîn.

Li ser agadarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûne cihê bûyerê.

9 kesên ku di her du otomobîlan de birîndar bûbûn, bi ambulansa veguhestine Nexweşxaneyên Dîlokê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jî 3 kesên birîndar canê xwe ji dest da.

Nasnameya kesên canê xwe ji dest daye heta niha nehatiye eşkerekirin.