Mîkaîl Bulbul dîsa vedigere Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê

Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyenê Kurd Mîkaîl Bulbul, dîsa vegera ser karê xwe yê mamostatiya Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê.

Akademîsyen Mîkaîl Bulbul şeş sal û nîv berê, ji karê xwe yê mamostatiya Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê hatibû îxrackirin.

Bulbul sala 2017an ji ber îmzekirin “Danezana Aştiyê” anko danezana “Em ê nebin şirîkên vî sûcî” bi Biryara Hûkmê Qanûnê (KHK) ji kar hatibû dûrxistin.

Ji bilî Mîkaîl Bulbul her pênç akademîsyenên Kurd Ferhat Yilmaz, Mesut Keskîn, Ramazan Çeçen û Ramazan Pertev û Selîm Temo jî ji karê xwe yê li Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê hatibûn îxrackirin.

Mîkaîl Bulbul li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku dadgehê biryara verandina wî da.

Bulbul wiha got, “Şeş sal û nîv berê, ez ji karê xwe yê mamostatîya Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê hatibûm îxrackirin.

Di dawîyê da, dadgehê biryara vegerandinê da û îro min dîsa dest bi karê xwe kir.

Spas ji bo her kesê ku piştgirîya madî û manewî da min û ez tenê nehiştim.”

Mîkaîl Bulbul di heman demê de Kordînetorê Weqfa Mezepotamyayê ye.