Xelkê Hezexê li dijî biryara veguhestina Fakulteya Çandiniyê xwepêşandan kir

02-09-2023
RÛDAW
Welatî di nobetê de ne
Welatî di nobetê de ne
Nîşan Hezex Fakulteya Çandiniyê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Hezexê bi pankarta “Dest Nede Fakulteya Min” li ber Fakulteya Çandiniyê di nobetê de ye.

Ji ber ku li gorî biryareke nû ya Zanîngeha Şirnexê dê vê fakulteyê ji vê navçeyê veguhezine kampusa Zanîngeha Şirnexê ya li navenda bajêr.

Welatiyêkî Hezexî li ser biryarê got:

“Bi hevalên me re nobeta me ya li ber Fakulteya Çandiniyê ya Hezexê berdewam e.

Em silavan ji hemû gelê Hezexê re dişînin û heta ev biryar bê hilweşandin nobeta me dê berdewam be.”

Ew naxwazin ji wê dahatê bêpar bimînin

Biryar di nav xelkê Hezexê de bûye sedema karvedanan.

Çend roj in bi çalakî û xwepêşandanan hewl didin dengê xwe bigihînin aliyên pêwendîdar.

Bi gotina wan Fakulteya Çandiniyê û xwendkarên ku li wê derê dixwînin sûdeke mezin digihînin aboriya navçeyê û ew naxwazin ji wê dahatê bêpar bimînin.

Xwepêşanderekî din jî li ser biryarê anî ziman:

“Banga me ji hemû aktorên siyasî û parlamenterên Şirnexê re ew e ku xwedî li vê fakulteyê derkevin.

Şert û mercên wê yên fîzîkî bên başkirin û ji bo ku bikeve bernameya veberanînê ya 2024an hemû gav bêne avêtin.”

Rêveberiya Zanîngeha Şirnexê li hemberî van nerazîbûnan bi daxuyaniyekê ragihand ku ev biryareke demkî ye û got:

“Rewşa fîzîkî ya avahiya Fakulteya Çandiniyê ya Hezexê û avahîsaziya wê ji bo perwerdeyê kêm dimîne. Derfet li kampusa me ya sereke hene. 

Cihên mayînê ji bo mamosteyan gelekî girîng in û ev li Hezexê nînin û li kampusa me hene. Ji bo xwendekaran jî li navçeya Hezexê cihên mayînê nînin.

Herwiha li fakulteya me ya Hezexê avahîsaziya pêdivî ya ji bo lêkolînan nîne û hemû laboratuarên me li kampusa navendî ne.

Eger ji bo xwendekar, mamoste û perwerdeyê cihên mayînê û avahiyên pêdivî hatin çêkirin û hembajariyên me yên Hezexî daxwaza fakulteyê kirin em amade ne erkê dikeve ser milê me bi cih bînin.”

Parlamenterê HUDAPARê yê Dîlokê Şehzade Demîr jî mijar bir rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê û bangî aliyên pêwendîdar kir ku guh bidin dengê gelê Hezexê.

“Divê rê neyê dayîn ku fakulte bê veguhestin”

Parlamenterê HUDAPARê yê Dîlokê Şehzade Demîr anî ziman:

“Fakulte di warê madî de sûdeke cidî digihîne Hezexê. Bertekên cidî yên gelê Hezexê li hemberî veguhestina fakulteyê hene.

Divê daxwaza welatiyên me meqûl bê dîtin û bê nirxandin. Herwiha rê neyê dayîn ku fakulte bê veguhestin.”

Fakulteya Çandiniyê yê ku yek ji 6 fakulteyên Zanîngeha Şirnexê ye, sala 2013an li Hezexê hatiye damezrandin.

Hezexî ji bo mayîna wê fakulteyê li ser helwesta xwe bibiryar in û dibêjin ew heta ku biryara Zanîngeha Şirnexê tê hilweşandin bi ti awayî li ser a xwe nayên xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst