Li Dêrezorê çi diqewime: 'Planeke taybet a Amerîkayê heye'

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Dr. Ferîd Sedûn HSD Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn li ser şer û pevçûnên Dêrezorê got “Planeke Amerîkayê ya tabet ji bo vê herêmê heye.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 27ê Tebaxê li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Lêkolîner û akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn pêşhatên dawî yên li herêmê ji Rûdawê re nirxand.

Sedûn got, "Li Sûriyeyê hem di warê siyasî hem jî di warê leşkerî de pêvajoyeke nû dest pê dike."

Sedûn diyar kir xwepêşandanên ku li bajarê Swêdayê yê Sûriyeyê dîsa dest pê kir bi geşedanên li Dêrezorê re jî girêdayî ne û wiha anî ziman:

“Ew hemî bi hev ve girêdayî ne. Bi taybetî ji bo sînorê Îraq û Sûriyeyê planeke nû heye. Ew ji hev ne serbixwe ne.

Jixwe di Hezîran û Tîrmehê de jî hewldanên bi vî rengî hebûn. Bi HSDyê re pevçûn derketibûn.

Pirsgirêkên bi Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê re zêdeyî mehekê bû ku berdewam dikir.

“Planeke Amerîkayê ya tabet ji bo vê herêmê heye”

Sedûn amaje bi wê yekê kir ku planeke taybet a Amerîkayê ji bo rojhilatê Feratê û sînorê Îraq û Sûriyeyê heye û wiha lê zêde kir:

“Planeke Amerîkayê ya tabet ji bo vê herêmê heye. Ne ji bo tevahiya Sûriyeyê, guherîna rejîmê jî nîne.

Pêvajoyeke gav bi gav e. Amadekariyeke siyasî, leşkerî û dîplomatîk heye.

Ev plan ji bo herêma ku ji sînorê Îraqê yê Sûriyeyê heta Urdunê dirêj dibe derbasdar e.”

“Dê li Dêrezorê bi ser nekevin”

Li ser pirsa gelo dê nakokiyên li Dêrezorê veguhere nakokiya Kurd û Ereban yan na, Sedûn wiha bersiv da:

“Van eşîrên Ereban tî carî negotiye em dê li dijî dagirkeran, milîsên girêdayî Îranê, milîsên girêdayî Tirkiyeyê şer bikin.

Jixwe ev li Dêrezorê jî beşeke HSDyê bûn. Piraniya endamên van eşîran di nav refên HSDyê de ne.

Lê îro ev eşîret li pey fîtneyan in. Dixwazin meseleyê veguherînin nakokiya Kurd û Ereban.

Raste dibe ku carnan di warê herêmî de li gundan pevçûn çêbibin lê yek ji wan di asta nakokiya Kurd û Ereban de nîne. Li Hesekê ti carî çênebû.

Tiştê ku li Dêrezorê diqewime ne hewldana hemû eşîrên Ereban e, tenê rojeva nû ya hinek şêxên Ereban e.

Ev dijminatiya Kurdan dikin. Vana hê di salên 2012-2013an de digot em dê herin Serê Kaniyê azad bikin. Digotim emê ji destê Kurdan derxin.

Di van geşedanên dawî de wê ti serkeftinê bi dest nexin. Heta niha di navbera eşîrên Ereb û Kurdan de ti pevçûnek derneketiye.

Sadûn her wiha destnîşan kir ku kesên ku li Dêrezorê bi HSDyê re şer dikin, çekên wan ên giran û sîstemeke wan nînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst