Tanirkulu: Di 7 mehan de mafê jiyanê yê 1326 kesan hatiye binpêkirin

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu Mafê Jiyanê Binpêkirina Mafan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sezgîn Tanrikulu ragihand ku di 7 mehên destpêka îsal de mafê jiyanê yê hezar û 326 kesan hatiye binpêkirin.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê amarên 7 mehên destpêka îsal ên derbarê binpêkirinên mafên mirovan de yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.

7 kesan ji ber helwêst û gotinên kîn û nefretê canê xwe ji dest daye

Li gorî amarên Tanrikulu di 7 mehên destpêka îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê hezar û 326 kesan hatiye binpêkirin.

Ji wan 2 jê zarok 7 kesan ji ber helwêst û gotinên kîn û nefretê canê xwe ji dest daye.

5 kesan dema ku desteserkirî bûn, 19 kesan li girtîgehê, 4 kesan bi guleya hêzên ewlehiyê û pêlêkirina mayînan û 10 kesan jî bi guleyên ji berxwe ve hatine berdan, canê xwe ji dest daye.

Bi gotina Tanrikulu 35 kesan ji ber xemsariyê û hezar û 51 kesan jî li ser kar canê xwe ji dest daye.

189 jin jî di bûyerên tundûtûjya li dijî jinan de hatine kuştin.

Li gorî Sezgîn Tanrikulu di 7 mehên destpêkê ya îsal de 2 jê zarok 6 koçberan jî canê xwe ji dest daye.

“Welatê me aştiya xwe ya civakî û navxwe ji dest daye”

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu got:

“Cîhan aştiya xwe bi bîr tîne û welatê me li aştiya xwe digere. Cîhan bûye erdnîgariya şeran.

Welatê me aştiya xwe ya civakî û navxwe ji dest daye.

Gotinên nefretê, operasyon û helwêsta dijber bûye armanc û amûra sereke ya siyasetê.

Em li welatê xwe rojane rastî mirin û rûbirûbûnan tên.

Binêrin tenê îsal hezar 326 kesan ji ber sedemên cuda canê xwe ji dest daye.

Di kuştinên jinan û kar de ji ber bikaranîna hêza zêde û li girtîgehan canê xwe ji dest daye.

Mixabin em rê li ber vê nagirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst