Li Xarpetê pevçûn: 2 kuştî, birîndarek

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpetê ya Bakurê Kurdistanê 2 grûp pev çûn, 2 kes hatin kuştin, kesek jî birîndar bû.

Li Taxa Dogukentê ya Xarpetê 2 grûp li ber kargehekê bi çekan pev çûn.

Di pevçûnê de kesek li cihê bûyerê hat kuştin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Dema tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê hîn pevçûn berdewam bû û birîndarek xist ambûlansê.

Herwiha gumanbarekî ku navê wî nehat zanîn di dema midaxaleya tîmên tenduristiyê de guleyeke din li birîndarekî da û wî jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê birîndarê din bir nexweşxanyê.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û 3 gumanbar hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, êrişên bi çek û kêran zêde bûne.

Li gor rapora Weqfa Umutê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrişên çekdarî pêk hatine û hezar û 200 kes hatine kuştin.

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, sala 2022yan 69 hezar û 892 kes ji ber bikaranîna çek û kêran hatine darizandin.

Li gor amarên sala 2017an ên Saziya Serbixwe ya Lêkolînan Small Arms Survey, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 13 milyon û 249 hezar çek hene.

Ji wê hejmarê tenê 2,5 milyon çek biruxset in û 10 milyon û 749 hezar çek jî bêruxset in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst