Mûş: Ajeldaran dest bi amadekariyên zivistanê kirin

02-09-2022
RÛDAW
Nîşan Mûş Ajeldar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, ajeldaran dest bi amadekariyên zivistanê kirin.

Cotkarên di bin germa zêde de dixebitin, kaya li nav erdan hatiye lodkirin, dikin çiwalan û vediguhesînîn gund û axurên xwe.

Li Mûşê zivistan dijwar derbas dibin û ji ber berf zêdeye ajel 6 mehan di axuran de tên xwedîkirin û nikarin derkevin çêreyê. Gundî û ajeldar ji ber ku zivistanê ajelên wan bê êm nemînîn, divê ji niha de ka û giyayekî zêde mexzen bikin.

Mixtarê Gundê Qerepungal Onder Kiliç anî ziman, “Em demsala paliyê piştî 25ê Hezîranê dest bi dirûna giya dikin. Piştî dirûna diya em dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Kayê dikin çiwalan. Ji ber ku zivistan dijwar derbas dibe, ajelên me 4 meh nîv 5 mehan di hundiran de dimînin. Em zivistanê ka û giya didin ajelên xwe û bi hatina biharê re wan derdixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst