Şêladizê: Dronek li nêzîkî bingeheke serbazî ya Tirkiyê kete xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li qezaya Amêdiyê ya Duhokê li nêzîkî bingeheke serbazî ya Tirkiyê dronek kete xwarê lê heta niha ne diyar e ji aliyê kê ve hatiye şandin û çawa hatiye xistin.

Dron li gundê Sêrî yê Şêladizê, nêzîkî 400 metreyan dûrî baregeheke leşkerî ya Tirkiyê ketiye xwarê.

Niştecihê wî gundî mamoste Samî Binyamê ji Rûdawê re gotiye, îro di demjimêr 13:00an de droneke çavdêriyê li nêzîkî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li gundê Sêrî ketiye xwarê lê heta niha nayê zanîn ew dron a kê ye.

Li gorî Samî Binyamê, dron li nêzîkî malekê li nava gund ketiye xwarê, piştre leşkerên Tirkiyê çûne û paşmayên dronê birine.

Bingeha leşkerî ya Tirkiyê li Sêrî yek ji pênc bingehên leşkerî ye ku di salên 1990î de li parêzgeha Duhokê ji bo şerê li dijî PKKê hatiye avakirin.