Parêzerek li ser girtina Makbule Ozer a 80 salî: Karekî nemirovane ye

02-09-2022
RÛDAW
Nîşan Makbule Ozer Hadî Ozer Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzerek li ser girtina pîra Kurd a 80 salî Makbule Ozer ya di girtîgehê de ye û ji ber ku bi Tirkî nizane jê re wergêr nayê peydakirin, dibêje girtina wê, karekî nemirovane ye.

Parêzerekî li Enqereyê Cemîl Çîçek ji Rûdawê re ragihand, Makbule Ozer a 80 salî ya dibe ku di salê dapîra piraniya me de ye, bi tometa alîkariya PKKê hatiye girtin, ew pir nexweş e û nexweşiya wê giran e, nayê berdan.

Cemîl Çîçek got, “General Çevîk Bîr tawanbarê kudetayê ye û çend hefte berê ji ber nexweşiyê hat berdan lê 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li Ozer hat birîn.”

Parêzer di wê baweriyê de ye ku divê her kes li ser torên civakî dengê xwe bilind bike û mafên Makbule Ozer biparêze.

Çîçek her wiha bal kişande ser xala 2. ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî û diyar kir ku ev xal behsa mafê jiyanê dike û dadger nikare jineke 80 salî ya nexweş bavêje girtîgehê ji ber ku ev yek binpêkirina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ye.

Parêzer her wiha got, dema ku wî li ser dosyeya Makbule Ozer twît belav kir, gelek kesan jê pirsîne ku dizanî ji bo çi hatiye girtin? Çîçek got, “Qet giringiyeke wê nîne ku ji bo çi hatiye girtin. Em behsa girtina miroveke 80 salî dikin.”

Makbule Ozer a 80 salî û Hadî Ozer ê hevjînê wê ku 79 salî ye, ji 10ê Gulana 2022an ve bi biryara Dadgeha Wanê, bi tohmeta alîkariya PKKê hatine girtin. Her çiqas parêzerê wan daxwaz kiriye ji bo ku Makbule Ozer cezaya xwe li malê temam bike lê Dadgeha Wanê bi hinceta “nebûna mercên yasayî” daxwaz red kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst