Li Efrînê 5 girtiyên Kurd li hember fidye hatin azadkirin

02-09-2020
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkxistina Mafên Mirov a Efrîn ragihand, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 4 girtiyên Kurd li hemberî fidyeyê hatin azadkirin.

Rêkxistina Mafên Mirov a Efrîn ragihand ku ciwanê Kurd ê bi navê Cîhad, ku ji xelkê gundê Derwîş yê ser bi nahiyeya Racoyê ve ye ji roja  roja 11ê Tebaxa borî ve li navçeya Sînaa ya Efrînê hatibû revandin, lê piştî ku 700 lîreyên Tirkiyê weke fidye daye, hat azadkirin.

Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirov  a Efrînê 4 girtiyên din ên Kurd ji gundê Misteke yê ser bi Şiyê ve, ji aliyê Emşat û îstixbarata Tirkiyê ve hatine azadkirin, ew jî piştî ku fidye dane.

Ew 4 Kurd jî Mihemed Hiso, Ebdo Mihemed, Malşîn Elo û Eseed Elo ne, û her yekî ji wan ji 1000 heta 1200 lîreyên Tirkiyê dane.

Li gorî heman çavkaniyê, roja 29 Tebaxê, grûpên çekdar ên oposizyona Sûriyê, Selah Birîmo ji gundê Kuran ê ser bi Raco ve revandine û heya niha çarenivîsa wî nediyar e.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşeke berfireh a artêşa Tirkiyê, di kontrola hêzên wî welatî û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê de ye.

Ji dema ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê dest danîne ser herêma Efrînê, rojane nûçeyên amaje bi binpêkirinên mafê mirovî pêk tînin têne belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst