Îmamoglu bi tabloya Ataturk çi peyam da?

Hewlêr (Rûdaw) – Serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bo Amedê hinek karvedan pêy xwe anîn, bi taybetî jî diyarîkirina tabloya Mistefa Kemal Ataturk bo Hevseroka Şaredariya Kayapinar Keziban Yilmaz di nav beşeke civaka Kurdî de bû cihê nerazîbûnê.

Serokê Şardariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu roja Şemiya 31ê Tebaxê serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kir û di çaroveya serdana xwe de çû ser gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî.

Ekrem Îmamoglu herwiha li gel şaredarên ji kar dûrxistî yên bajarên Amed û Mêrdinê civiya û helwesta xwe ya li dijî danîna qeyûman bo şaredariyên Kurdan nîşan da. Herwiha tabloya Ataturk bo Hevseroka Şaredariya Kayapinar Keziban Yilmaz diyarî kir.

Piraniya aliyên Kurdî piştevaniya Serokê Şardariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bo şarêdarên Amed, Mêrdîn û Wanê yên ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji kar hatine dûrxistin bi erênî dibînin, lê diyarîkirina posterê Mistefa Kemal Ataturk bo Şaredara Kayapinarê rexne kirin.

Çiftyurek: Piştevanî baş bû, lê diyarî şaş bû

Derbarê mijarê de Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyurek ji Rûdawê re diyar kir ku helwesta Ekrem Îmamoglu ya li hemberî danîna qeyûm baş bû û got: “Em hatina Îmamoglu bo Amedê û hevdîtina wî bi şaredarên Mêrdîn û Amedê re erênî dibînin. Herwiha helwesta wî ya li dijî qeyûman jî baş bû, lê pêşkeşkirina wêneyê Ataturk şaş bû.”

Sinan Çiftyurek amaje kir ku Îmamoglu nekariye xwe ji kevneşopiya CHPê ya li hemberî Kurdan rizgar bike û wiha pê de çû: “Herçend Ekrem Îmamoglu xwe wek kesekî demokrat bide naskirin jî, lê ew di taliyê de CHPyî ye û em baş wê partiyê nas dikin. Komara Tirkiyê ji aliyê serokê wê Mustafa Kemal Ataturk ve li ser nijadperestî û tinekirina Kurdan hate avakirin. Lewma em helwesta Îmamoglu ya pêşkeşkirina wêneyê Aturk kiryareke li dijî Îradeya gelê Kurd dibînin.”

Onen: Bêedebî û gef e!

Nivîskar û çavdêrê siyasî yê Kurd Fuat Onen jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û helwesta Îmamoglu wek “bêedbî û gef” bi nav kir û got: “Îmamoglu ji aliyê HDPê ve bi çoşeke mezin hat pêşwazîkirin. Herdu aliyan diyarî dan hevdu. Diyariya Îmamoglu posterê Mistefa Kemal bû. Ev curet û cesareteke mezin e ji bo Îmamoglu. Mistefa Kemal bixwe serqeyûm e li Kurdistanê. Li her kuçe û kolanên Amedê posterên wî bi tevî alaya tirkan hene. Ev ne diyarî ye, lê gef e weke bibêje hedê xwe bizanin.”

Fuat Onen diyar kir ku peyam Îmamoglu zelal bû û wiha axivî: “Wî xwest bibêje piştgirîya me şaş fehm nekin. Bi şerdê ku hûn hedê xwe bizanibin ango koletîyê qebûl bikin û dev ji mafê neteweyî berdin em piştgirîyê didin we. Mixabin mazûvanê wî jixwe hedê xwe zanin û zûde dev ji siyaseta li ser axê beradane.”

Oner herwiha rexne li HDPê girt û got: “Berî 10 salan ligel AKP danûstandin dikirin û digotin CHP dixwaze rê li ber çareseriyê bigire. Lê niha berevajoyê wê dibêje CHP dixwaze çareseriyê pêk bîne, lê AKP dibe asteng. Bi zihniyeta dagirkeriyê çareserî nabe. Divê berî her tişt hebûna Kurdan û nasnameya wan bê qebûlkirin.”

Firat: HDP jî tabloya Ehmedê Xanî diyar bikira baştir dibû

Derbarê heman mijarêde Endamê Encumena Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarê Kurd Diyadîn Firat jî ji Rûdawê diyar ku Îmamoglu ji kevneşopiya Îtîhad û Terakkî tê lewma ev cemiyet û Mistafa Kemal ji bo wan pîroz e, li ser wan pîrozbahiyên serdana Amedê kir.

Diyadîn Firat got: “Eger kesek bê serdan, mirov nikare jê re bibêje tu bi vî awayî bê ez dê te qebûl bikim. Em mijara posterê Ataturk pir girîng nabînin, ji bo me ya girîng  ew e ku bi Kurdan ve elqeder dibin an na. Qeyûm bo ser bajarên Kurdan de hatine danîn a girîng ew eku ji vê vê yekê re çi dibêjin û nêrînên wan çi ne. Bi min bi poster ti peyam nebûn, lê partiyê (HDP) li beramber tabloyek ji nirxên Kurdan wekî Ehmedê Xanî diyariyê wî bikira çêtir dibû.”

Îmamoglu: Eger berî niha hinekan diyarî nekiribe ev pirsgirêka wan e

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, derbarê rexneyên li hemberî diyarîkirina tabloya Atatûrk bo şaredara navçeya Kayapinar a Amedê de got, “Eger berî niha hinekan diyarî nekiribe ev pirsgirêka wan e.”

Ekrem Îmamoglu di derbarê rexneyên li hemberî diyarîkirina tabloya Atatûrk bo şaredara Kayapinarê got: “Nirxên vî welatî hene. Divê herkes hest bi wan bike. Mistefa Kemal Atatûrk damezrênerê vî welatî ye. Ez welatiyek im ku vê yekê li her derê tînim ziman. Ew diyariyek e ku ez biçim ku derê bi xwe re dibim. Eger hinekan berî niha diyarî nekiribe ev pirsgirêka wan e.”

Li ser heman mijarê me hewl da ligel Hevseroka Şaredariya Kayapinar Keziban Yilmaz û Serokê CHPê yê Amedê Mehmet Sayin biaxivin, lê bersiva me nedan.