Galeriya wêneyan

02-09-2019
30 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma Barzanî, Pêşmergeyê Serxwebûnê, ku bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye berhemanîn, duh şev li Hewlêra paytext hat nimayişkirin.

Ev belgefîlm di derbarê jiyana serok Mesûd Barzanî de ye, ku 57 salên jiyana xwe di rêya xebata ji bo rizgariya gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê de derbas kiriye.

Di merasima nimayişa vê belgefîlmê de, gelek siyasetmedar, hunermend û kesayetiyên mezin û navdar ên Herêma Kurdistanê amade bûn.

Rêveberê Tora Medyayî ya Rûdawê, Ako Mihemed jî di merasima nimayişkirina belgefîlmê de amade bû û gotarek pêşkêş kir.