Jibo Destûra Kurdistanê amadekarî tên kirin

02-09-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê, li ser pirsa destûra Herêma Kurdistanê li gel partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kom dibe û vê mijarê gotûbêj dike.

 

Sekretera Perlemantoya Kurdistanê Muna Qehweçî, ji Rûdawê re got, Çarşema derbasbûyî ew weke desteya serokatiya parlamentoyê li gel Serok Barzanî û Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kom bûne.

Bi gotina Muna Qehweşî, dê civînên wan li gel aliyên siyasî berdewam bin.

Di derbarê serdanên dema pêş de Muna Qehweçî got: “Em amade ne li gel hemû aliyên di nava perlemantoyê de kom bibin û ew dixwazin ku aliyên siyasî li hev bikin û piştgiriya perlemantoyê bikin û weke yek tîmê kar bikin, ne ku bi nerîneke hizbî ya teng.”

Muna Qehwecî dibêje, ew dê di gotûbêjan de behsa destûrê bikin ku di xûla derbasbûyî ya perlemantoyê de hevdengî li ser çend maddeyan jî çêbûbû.

Sekretera Perlemantoya Kurdistanê, Muna Qehweçî dide zanîn ku di civîna wan de Serok Barzanî piştgiriya xwe ya temam bo serokatiya parlemantoyê eşkere kiriye û gotiye, Desteya Serokatiya Perleman ne milkê ti hizbî ye, ew milkê gelê Kurdistanê ye.

Di heman demê de behsa girîngîdana proseya çaksaziyê û amadekariyên nivîsandina destûreke modern bo Herêma Kurdistanê jî di vê xûla parlamentoyê de kiriye.

Di xûla çarem a Parlemantoya Kurdistanê de 51 maddeyên reşnivîsa destûrê ji aliyê lijneyeke fraksiyonên perlemantoyê ve hatibû gotûbêjkirin û yekdengî li ser çêbûbû, piştre ji ber pirsên siyasî yên Herêma Kurdistanê, hate piştguhkirin û ew xebat rawestiya.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst