Li Efrînê otomobîleke bombekirî hat teqandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî deriyê bajarê Efrînê, otomobîleke bombekirî hate teqandin û hêzên çekdar ketine amadebaşiyê.

 

Çavkaniyekê ji bajarê Efrînê ragihand ku êvara Şemiyê, otomobîleke bombekirî li nêzîkî deriyê bajarê Efrînê hate teqandin, di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî jî hebûn.

 

Bi gotina çavkaniya ji Efrînê, piştî encamdana wê teqînê, hêzên çekdar li bajarê Efrînê ketin amadebaşiyê.

 

Ji 18ê Adara 2018an ve, bi sedema hebûna gelek hêzên çekdar û tevgera wan, rewşa ewlehî li Herêma Efrînê ne aram e.