Li Efrînê otomobîleke bombekirî hat teqandin

02-09-2018
RÛDAW
Li ber deriyê bajarê Efrînê otomobîleke bombekirî hat teqandin
Li ber deriyê bajarê Efrînê otomobîleke bombekirî hat teqandin
Nîşan Efrîn Otomobîl Teqandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî deriyê bajarê Efrînê, otomobîleke bombekirî hate teqandin û hêzên çekdar ketine amadebaşiyê.

 

Çavkaniyekê ji bajarê Efrînê ragihand ku êvara Şemiyê, otomobîleke bombekirî li nêzîkî deriyê bajarê Efrînê hate teqandin, di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî jî hebûn.

 

Bi gotina çavkaniya ji Efrînê, piştî encamdana wê teqînê, hêzên çekdar li bajarê Efrînê ketin amadebaşiyê.

 

Ji 18ê Adara 2018an ve, bi sedema hebûna gelek hêzên çekdar û tevgera wan, rewşa ewlehî li Herêma Efrînê ne aram e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst