Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr li hev civiyan

02-09-2018
RÛDAW
Şandeke PDKê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê serdana Komela Îslamî kir û li gel Sekreterê Komel Elî Bapîr hevdîtinek pêk anî.
Şandeke PDKê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê serdana Komela Îslamî kir û li gel Sekreterê Komel Elî Bapîr hevdîtinek pêk anî.
Nîşan PDK Komela Îslamî Nêçîrvan Barzanî Elî Bapîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke PDKê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê serdana Komela Îslamî kir û li gel Sekreterê Komel Elî Bapîr hevdîtinek pêk anî.

 

Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê îro li Hewlêrê, bi armanca gotûbêjkirina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dê serdana Komele Îslamî ya Kurdistanê kir.

 

Şanda PDKê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî li gel Sekreterê Komela Îslamî Elî Bapîr hevdîtinek pêk anî.

 

Piştî hevdîtinê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed û endamê serkirdetiya Komela Îslamî Ebdulsettar Mecîd civîneke çapemeniyê saz kirin.

 

Ebdulsetar Mecîd da xuyakirin, ku di proseya siyasî ya Bexdayê de Komel, Yekgirtû, Goran û Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî bi hev re tifaqek pêk anîne û got: “Di hevdîna îro de PDKê projeya xweya ji bo Bexdayê pêşkeşî me kir. Me jî diyar kir, ku em wek çar partî li gel hev tevdigerin û rêkeftineke me yê b prensîbî heye. Divê em li gel wan jî bişêwirin û paşî biryar bidin.”

 

Mecîd diyar kir: “Em jî ji bo proseya siyasî ya Iraqê piştgirî didin yekrêziya Kurdan û parastina mafên gelê Kurdistanê.”

 

Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî Ebdulsettar Mecîd anî ziman ku hikûmeta niha divê were guhertin û ji lewra ew dixwazin hilbijartin di dema xwe de werin kirin.

 

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed jî destnîşan kir, ku di vê hevdîtinê de li ser sê mijaran sekinîne û got: “Yek ji wan peywendiyên dualî yên PDK û Komela Îslamî, mijara hilbijartinên 30ê Îlonê û pêkanîna hikûmeta federalî ya Iraqê.”

 

Mihemed diyar kir, ku pêwîst nake li ser paşxistina hilbijartinan were kirin û pêwîste bi hilbijartinan hikûmet û parlamentoya nû were avakirin.

 

Derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê jî Mehmûd Mihemed got: “Ji bo misogerkirina mafên gelê Kurdistanê û derbaskirina pirsgirêkên berê pêwîstî bi yekbûna aliyên Kurdistanî heye. Li ser vê yekê proseyeke me heye û em pêşkeşî aliyan dikin. Em hêvîdar im ku aliyên Iraqê jî di hevdîtinên xwe de bigihin encamê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst