Şandeke PDKê serdana Komela Îslamî û Hevpeymaniyê dike

02-09-2018
RÛDAW
Nîşan PDK Komel Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke PDKê îro li Hewlêrê, bi armanca gotûbêjkirina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dê serdana Komele Îslamî ya Kurdistanê û herwiha Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî bike.

 

Berpirsê Peywendiyên Nîştîmanî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Husên ji Rûdawê re ragihand: “Îro Yekşemê 02-09-2018 şandeke PDKê demjimêr 10:30ê sibê dê serdana Komela Îslamî bike û li gel sekreterê wê partiyê Elî Bapîr bicive.”

 

Elî Husên da zanîn, ku piştî vê hevdîtinê demjimêr 11:30ê beriya nîvro jî şanda PDKê dê serdana Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî bike û li gel serokê vê tevgerê Berhem Salih hevdîtinê bike.

 

Bi gotina Husên di herdu hevdîtinan de hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dê were gotûbêjkirin.

 

Piştî pesendkirina encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê ji aliyê Dadgeha Federalî ya Iraqê ve hatine pesendkirin, PDK û YNKê dest bi hevdîtina li gel aliyên iraqî û Kurdistanî kirine.

 

YNK li Silêmaniyê li gel Tevgera Goran, Komel, Yekgirtû û Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî hevdîtin pêk anîn.

 

Herwiha PDK jî bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî roja 29ê Tebaxê serdana Yekgirtûya Îslamî kir û li gel sekreterê wê partiyê hevdîtin kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst