Li Amedê navê Selahedînê Eyûbî li nexweşxaneya dewletê hat kirin

 

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê navê nexweşxaneya dewletê ya bajêr hat guhertin û navê fermandarê kurd Selahedînê Eyûbî li nexweşxanê hat kirin.  

 

Pêvajoya aştî û çareseriyê berhemên xwe yên erênî yek bi yek û bi awayekî bêdeng li nexweşxaneyên Amedê dide. Piştî xizmeta şêwirmendiya kurdî ya ji bo nexweşan û daliqandina nivîsên bi kurdî, niha jî navê nexweşxaneya dewletê hate guhertin.

 

Bi erêkirina Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê navê fermandarê navdar ê kurd Selahedînê Eyûbî li nexweşxaneyê hat kirin…