Aştî Hewramî: Destpêka sala bê qeyrana budce namîne

02-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Aştî Hewramî wezîrê çavkaniyên sirûştî yêHikûmeta Herêma Kurdistanê got, komîteya pîşesazî û çavkaniyên sirûştî ya Parlamentoya Kurdistanê pirsa zêdekirina nirxê benzînê gelek mezin kiriye û hinek kesan jî xwestine vê yekê bikin kêşe.

 

Hewramî beşdarî bernameya televîzyona Rûdawê bû û got, ji ber şerê DAIŞê erkê hikûmetê girantir bûye û domand, “Pereyên petrola Kurdistanê ku tê firotin, besî muçeyan nake û hikûmetê milyarek û 500 milyon dolar li ser şîrketên petrolê ferz kiriye.”

 

Aştî Hewramî da xuyakirin ku, di destpêka sala nû de ev qeyrana budceya niha namîne û domand, “Erzankirina nirxê benzînê bazarê reş ava dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst