Gaza Xwezayî ji sedî 38 biha bû: Xelk dê çi bixwe çi vexwe?

Amed (Rûdaw) - Kompanyaya Veguhastina Petrolê bi Xetên Boriyan a Tirkiyeyê (BOTAŞ) ji 1ê Tebaxê bihayê gaza ku di malan de tê bikaranîn ji sedî 38 biha kir.

Li gorî amarên Yekîtiya Dabeşkirina Gaza Sirûştî ya Tirkiyê (Gaz Bîr) li seranserê Tirkiyeyê zêdetirî 20 milyon aboneyên gazê hene ku ji sedî 96ê wan abonetên mala ne.

Wate bi vê zema diyarbûyî êdî fatorayên nêzîkî 19 milyon 500 hezar aboneyên gazê dê ji sedî 38 girantir were.

Serokê Şaxa Duyemîn a Sendîkaya DÎSKê ya Amedê Becet Barût got:

Pêşiya me zivistane, kesên bi mûçeya herî kêm dixebitin û xanenişîn in ên ku li gorî pêwîstiya wan zem li mûçeya wan nehatiye kirin dê bi vê zema ji sedî 38 gelek mexdûr bibin.

Divê hikûmet vê programa xwe biguherîne.”

“Dê çi bixwin, çi vexwin?”

Rêvebirê Sendîkaya Meclîsa Xanenişînan Eşref Bozkurt diyar kir:  

“Li Trikyeyê 16 milyon û 200 hezar xanenişîn hene. Ji xwe ew bi zorê îdara xe dikin.

Îca wa gaza xwezayî ji sedî 38 hat zemkirin. Vana dê çawa îdareya xwe bikin.

Dê çi bixwin, çi vexwin, zarokên wan yê çawa bixwînin? Ev pirsgirêkeke mezin e.”

Welatîyên ku bi mûçeya xwe sere mehê bi zorê tînin jî wekî sendîka, nûner û komeleyên karker û xanenişînan ji ber rewşa heyî bêzariya xwe tînin ziman.

“Xelk dê çawa fatorayên xwe bide?”

Welatî Mûrat Karakaş got, “Ka xelk dê çawa fatorayên xwe bide, dê çawa xwendekarên xwe bidin xwendin?

Miletê me feqîr e. Divê hem dewlet hem jî partiyên heremê ji vê re çareyeke bibine.”

Welatî Kutbettîn Aslan, “Em hêsîr in hêsir ma ka em dikarin çi bikin?

Ma em hêsîr nîn in? Weleh em nikarin heqê rê bidin herin gundê xwe.”

“Di berîka min de pere tune ye”

Welatî Alaaddîn Eryilmaz wiha anî ziman, “Ji xanenişînan re ji sedî 24 zem kirin û gaza sirûştî jî ji sedî 38 zêde kirin.

Ev ne edalet e, îdareya malê nabe. Em deyn dikin,em ji dostan distînin.

Min di 20ê mehê de mûçeyê xwe yê xanenişîniyê stendiye 1ê mehê ye di berîka min de pere tune ye.”

Li ser bertekên li hemberî hatina zema ser gaza sirûştî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyê got:

“Dewlet di bihayê gazê de ji sedî 60 subvansîyon pêk tîne wate daşikandin dike û ji ber wî jî ev zema hatiye dê di fatorayên bikarhêneran de navoser bi rêjeya ji sedî 24,4 were xûyakirin.”