Li Amedê êrişî Burger Kingê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê grûpeke ku kuştina Serokê Hemasa Îsmaîl Heniye protesto dikir êrişî Burger Kingê kir.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye berê sibeha 31ê Tîrmehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Di serî de Hemas û Îran, gelek welat û aliyên siyasî dibêjin ku Îsraîlê Îsmaîl Heniye kuştiye.

Berdevekê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ev angaşt red kirin lê dîsa jî gelek welat û komên çekdar wê tehdîd dikin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî nimêja Înê ji bo protestokirina kuştina Îsmaîl Heniye grûpekê li ber Mizgefta Mezin daxuyaniyek da çapemeniyê.

Piştî daxuyaniyê, grûp ber bi Şaxa Burger Kingê ya nêzî Mizgefta Mezin ve meşiya û bi keviran êrişî Burger Kingê kir.

Grûpê demeke dirêj dirûşmên "Kujer Îsraîl, Hevkar Burger King" bilind kirin.

Herwiha polîsan jî bi mertalan rê li ber êrişkaran girt ku nekevin hindirê Burger Kingê.

Pêştir jî li Amedê êrişî Starbucks û Burger Kingê hatibû kirin û li ser wan êrişan 16 kes hatibûn desteserkirin, piştre ew kes serbest hatibûn berdan.