Mesrûr Barzanî, Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide Kurdên Êzidî û got:

“Ez bi helkefta Cejna Çilê Havînê pîrozbahiyeke germ arasteyî tevahiya xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê û bi taybetî jî li Birêz Mîrê Êzidiyan û Baba Şêx û civata rûhanî dikin.

Ez hêvîdar im cejnê di xweşî û tenahiyê de derbas bikin.

Em bi vê helkeftê piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo maf û daxwazên xwişk û birayên Êzidî dupat dikin.

Cejna Çilê Havînê pîroz be û her tim di xweşiyê de bin.”

Cejna Çilê Havînê

Cejna Çilê Havînê cejneke sereke ya Kurdên Êzidî ye.

Kurdên Êzidî her sal 2yê Tebaxê vê cejnê bi çalakiyên cuda pîroz dikin.

Gelek Êzidiyên ku li derveyî welêt dijîn jî ji bo pîrozkirina vê cejnê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê.