DEM Partiyê derbarê Hevserokê Şaredariya Qoserê dest bi lêpirsînê kir

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku wan derbarê Hevserokê Şaredariya Qoserê Zeynî Îpek lêpirsîna disîplînê daye destpêkirin.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de amaje bi “nirxên exlaqî” kir û got:

“Ji Desteya Rêvebiriyên Xwecihî ya Demokratîk re derbarê Hevserokê Şaredariya Qoserê Zeynî Îpek gilî û belge hatine şandin û me tesbît kiriye Îpek li gorî bername, rêgez û nirxên me yên exlaqî tevnegeriyaye.

Ji ber vê yekê jî derheqê wî lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin.”

DEM Partiyê da zanîn ku dê di demeke kurt de encamên lêpirsînê bên parvekirin.

Di hilbijartinên 31ê Adara îsal de DEM partiyê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê zêdeyî ji sedî 70yê dengan standibûn.

Bi vê encamê re şaredarî ji destê qeyûman derketibû û Hamdiye Bîlek Turgay û Zeynî Îpek bûbûn hevserokên Şaredariya Qoserê.