AMED - Dehşik mir, maka wê 2 rojan ji ber serê wê neçû

3 demjimêr berê
Nîşan Amed Maker Dehşik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê makerek du rojan ji ber serê dehşika xwe ya ku di qezayekê mir ranebû.

Li navçeya Bismilê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, kerek û dehşika xwe derbasî aliyê din ê dibûn lê otomobîlekê li dehşika wê xist û ew kuşt.

Ajokarê otomobîlê ji cihê qezayê reviya lê maker du rojan ji ber serê dehşika xwe neçû.

Xelkê li derdorê ka, ceh û av da makera ku li cem termê dehşika xwe mabû û dîmenên wan kêliyan bi telefonên xwe qeyd kirin.

Li gorî nûçeya DHAyê, piştî ku maker ji wê derê neçû xelkê xeber da şaredariyê.

Ekîbên şaredariyê termê dehşikê bin ax kir û maker gihand xwediyê wê.

Xwediyên kerê jî got ku ew du rojan li kera xwe geriyane û wan spasiya tîmên şaredariyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst