Li Êlihê qeza, 8 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev xist û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Qezayê şeva borî li ser rêya Êlih û Sêrtê rû da.

Di encama qezayê de her du otomobîl ji rê derketin û 8 kesên di wan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Êlihê.