Amnesty International: 2 hezar û 600 Êzidî hîn jî winda ne

3 demjimêr berê
Nîşan Amnesty International Kurdên Êzidî Winda Komkujî Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amnesty International (Efûya Navneteweyî) ragihand ku 2 hezar û 600 Kurdên Êzidî heta niha jî winda ne.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir.

Zêdetir ji 3 hezar jin, mêr û zarokên Êzidî bi awayekî hovane hatin kuştin û herî kêm 6 hezar 800 kes hatin revandin ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Bi sed hezaran Kurdên Êzidî yên ku ji vê komkujiyê rizgar bûn jî ji warê bav û kalên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberî û penaberiyê.

Sibe salvegera 10an a vê komkujiya giran e lê Kurdên Êzidî hîn jî tertûbela ne û piraniya wan dûr ji warê xwe ne.

Amnesty Internationalê di rapora xwe ya herî nû de ragihand ku 2 hezar û 600 Kurdên Êzidî heta vêga jî winda ne û aqûbeta wan ne diyar e.

Rapora Amnesty Internationalê pêşbînî dike ku bi sedan Kurdên Êzidî li Rojavayê Kurdistanê li kampan bin.

Bi hezaran DAIŞî û jin û zarokên wan li kampên Hol û Rojê yên li Rojavayê Kurdistanê girtî ne.

Rapor amaje pê dike ku piraniya wan li kampên li Rojavayê Kurdistanê (bi taybetî jî li Kampa Holê) di nav jin û zarokên DAIŞê de girtî bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst