Brîtanyayê komkujiya Kurdên Êzidî nas kiribû: Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî, biryara Hikûmeta Brîtanyayê ya naskirina komkujiya Kurdên Êzidî bi dilxweşî pêşwazî kir.

Hikûmeta Brîtanyayê, komkujiya li hemberî Kurdên Êzidî doh bi awayekî fermî nas kiribû.

“Em biryara Hikûmeta Brîtanyayê bi dilxweşî pêşwazî dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, derbarê vê biryara Brîtanyayê de peyamek belav kir û got:

“Em biryara Hikûmeta Brîtanyayê ya naskirina komkujiya ku terorîstên DAIŞê li hemberî Kurdên Êzidî kiribû bi dilxweşî pêşwazî dikin.

Bi nêzîkbûna 9emîn salvegera komkujiya 2014’an re, em qurbaniyên Êzidî û hemû kesê bi destê rêxistina terorê êş û azar dîtiye bi rêzdarî bi bîr tînin.”