AMED - 3 kesan êrişî karmendên tenduristiyê kiribû: Hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 3 kesên ku êrişî tîmên tenduristiyê kiribû hatin desteserkirin.

Li navçeya Peyasê li Kolana Diclekentê ya Amedê, doh çend kesan ji ber pirsgirêka trafîkê rêya ambulansê girtibû û wan êrîşî karmendên tenduristiyê kiribû.

Di êrîşê de 2 jê bi kêrê, 4 karmendên tendirustiyê birîndar bûbûn.

Ji karmendên tenduristiyê Ş.O û M.E bi kêrê û F.T û E.D jî bi lêdanê hatibûn birîndarkirin.

Karmendên tenduristiyê piştî dermankirina li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, ji nexweşxaneyê derketibûn.

Hêzên ewlehiyê îro di operasyonekê de 3 gumanbarên êrîşa doh desteser kirin û ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.  

Karên îfade wergirtina wan her sê kesan li Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê berdewam dike.